Terzî bû
Diya min,
Wê ruhê min bi fesilanda,
Wê qîzeke qîzane bi dûrita ji civatê re
Carekê
Ne mexsûs
Bi xeletî
Ruhê min da ber meqesan
Ji wê rojê û pêde
Dil bidim kîjan jiyanê
Kêm derdikeve ruhê min
Kêmbere
Ji vî parçeyî kirasek dernayê
Ji jiyaneke re
Bi ruhekî pînekirî digerim
©aşir4747
A